Sermuzakervanê Îranê, Mihemed Bager Qalibaf diyar kir ku heke binpêkirina agirbestê berdewam bike “vekirina Tengava Hurmuzê ne pêkan e”.
Qalibaf di parvekirina platforma X’ê de got, "Agirbestek tam encax rakirina bi dorpêça deryayî û dîlgirtina aboriya cîhanê neyê binpêkirin û heke siyonîst li hemû eniyan dev ji gurkirina şer berde, wê demû wê watedar be.”
Qalibaf anî ziman ku mayîndekirina agirberstê bi pêkanîna şertan e û wiha berdewam kir: ”Di êrîşkariya leşkerî de negihîştin armancên xwe û rêya tekane ya pêşerojê naskirina mafên neteweya Îranê ye.”